Li Mêrsîn û Edeneyê 6 kes hatin destgîrkirin

Li Edene û Mêrsînê di operasyonên qirkirina siyasî de 6 kes hatin destgîrkirin.

EDENE

Vê sibehê li Mêrsîn û Edeneyê polisan bi ser hin malan de girtin.

Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê ve hat destpêkirin, polîsan bi ser hin malan de girt. Piştî lêgerîna li malan polîsan bi hinceta “porapaganda rêxistinê kirine” 3 kes destgîr kir û bir Midûriyeta Polîsan a Edeneyê.

MÊRSÎN

Li navçeya Akdenîz a Mêrsînê jî polîsan bi ser gelek malan de girt. Piştî lêgerîna li malan polîsan kesê bi navê Ciwan Tamûr û 2 welatiyên navê wan nehat zanîn destgîr kir. Sedema destgîrkirinê nehat zanîn û kesên hatine destgîrkirin Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê.