Li Mêrsîn û Amedê binçavkirin û şîddet
Di operasyonên qirkirina siyasî de yên li Mêrsîn û Amedê hatin kirin, gelek kes hatin binçavkirin. Di serdegirtina li Amedê de şîddeta fîzîkî li kurê rêveberê DBP’ê hate kirin.
Di operasyonên qirkirina siyasî de yên li Mêrsîn û Amedê hatin kirin, gelek kes hatin binçavkirin. Di serdegirtina li Amedê de şîddeta fîzîkî li kurê rêveberê DBP’ê hate kirin.
AMED
Li navçeya Bismilê ya Amedê di destê sibehê de polîsan girte ser gelek malan. Hevserokê DBP’ê yê navçeyê Mehmet Onat, rêveberên DBP’ê Şemsettîn Balaman û hevserokên berê yên DBP’ê Abdulsamet Biçim, Abdulkerim Yıldız, Nedim Biçer û endamên meclîsa DBP’ê yên Bismilê Kadriye Doğan, Hayrattin Satar, Mehmet Güler, Nihat Bülbül, rêveberê berê yê DBP’ê Hemo Ozmen û xebatkarên berê yên şaredariye Enver Çelik û endamê DBP’ê Kazım Demir hatin binçavkirin.
Polîsan dema girtin ser mala rêveberê DBP’ê Şemsettîn Balaman çêr kirin. Kurê Balaman, Ferit Balaman ji ber ku li dijî polîsan derket, şîddeta fîzîkî lê hate kirin. Deh polîsan bi pehînan li Balaman dan. Piştî ku diya wî kete navberê Balaman ji destê polîsan hate derxistin û nexweşxaneyê rapor da Balaman.
Kesên hatin binçavkirin birin Gerînendetiya Emniyetê ya Amedê.
MÊRSÎN
Li Mêrsînê jî polîs û jendirmeyan girtin ser gelek malan. Hevberdevka Meclîsa Bajêr a HDK’ê Selahattin Güvenç, xebatkarên berê yên şaredariya Akdenizê ya ku hatiye dagirkirin Kerime Çağlar, Orhan Turan, Şerife Karabağ, Roza Yaruk, Menice Ürün Yaşar, Tülay Aydemir, Gülbahar Güzel, Çiçek Bakrak, Besime Yağ kesa bi navê Kerime ya ku paşnavê wê nehate hînbûn, hatin binçavkirin.
Hate hînbûn ku ev kesên hatine binçavkirin birine Fermandariya Jendirmeyan a Karataşê.