Li Mereş û Derya Spî erdhej!

Li Mereş û Derya Spî erdhej!

Li navçeya Mereş Ekînozu bi dijwariya 4.2 û li Derya Spî jî bi dijwariya 5.7 erdhejan rû dan.

Li gorî daneyên Înstîtuya Lêkolînên Erdhejê ya Zanîngeha Bogazîçiyê, saet di 23.31 de li gundê Kadîlkoy ê ser bi navçeya Mereş Ekînozu bi dijwariya 4.2 erdhejekê rû da. Erdheja ku 5.3 kîlometre li binê erdê pêk hat, li navend û navçeyên Mereşê jî hat hîskirin. Ji ber erdhejê wendahiya can û mal nebû, lê di nava welatiyan de rê li ber panîkê vekir.

Dîsa li gorî daneyên Înstîtuya Lêkolînên Erdhejê ya Zanîngeha Bogazîçî, saet di 00.39'an de li Basena Rojhilat a Derya Spî bi dijwariya 5.7 erdhejek 17 kîlometre di binê erdê de pêk hat. Erdhej li gundên Yazikoy, Cûmali, Yakakoy, Sindi û Mesûdiye yên navçeya Mûgla Datça hat hîskirin û rê li ber panîkê vekir.