Li Mêrdînê qirkirina siyasî: Gelek kes hatin binçavkirin

Di operasyonên qirkirina siyasî yên li Mêrdînê de gelek kes hatin binçavkirin.

Li navçeyên Artûklû, Qoser û Mehsertê polîsên tîmên taybet di saetên serê sibê de bi awayekî hemwext bi ser gelek malan de girtin. Hate diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê ve hatiye destpêkirin de bi ser malan de hatiye girtin û gelek ciwan hatine binçavkirin.  
 
Hate zanîn ku di nava kesên di serdegirtinên li navçeya Qoserê de hatine binçavkirin de ciwanê astengdarê zîhnî yê bi navê Firat Araç (25) heye. Hate diyarkirin ku kesên hatine binçavkirin dê bibin miduriyeta polîsan. 
 
STENBOL 
 
Duh li Stenbolê di serî de li Esenyûrtê li gelek navçeyan ji bo Wanê protesto hatin kirin. Di protestoyan de nûçegihanê me Ferhat Sezgîn, nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Pîr (PÎRHA) Dîlan Şîmşek û nûçegihana rojnameya Yenî Yaşamê Sema Korkmaz di nav de 132 kes bi lêdanê hatin binçavkirin. Di protestoyên li Esenyûrtê de rojnamevan Ferhat Sezgîn û Sema Korkmaz ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin û polîsan kameraya Sezgîn şikandin. 
 
Kesên hatine binçavkirin dê îro sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê bên kirin. 
 
Rojnamevan Medîne Mamedoglû ya duh li Wanê hate binçavkirin piştî karûbarên xwe yên îfadeyê dê were berdan.