Li Mêrdînê bi hezaran kes berê xwe didin mîtînga HDP’ê

HDP’ê di çarçoveya hilbijartinên 24’ê Hezîranê de li Mêrdînê mîtîng li dar xist. Di mîtîngê de bi hezaran kes slogana ‘Bijî berxwedana HDP’ê’ diqîrin.

Bi beşdariya Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk, li navçeya Artûklû ya Mêrdînê têkildarî  hilbijartina 24’ê Hezîranê mîtîng tê lidarxistin. Mîtîng li Parka Karayollari tê lidarxistin.

Di mîtîngê de tevdîrên ewlehiyê yên girîng hatin wergirtin û beriya destpêkirina mîtîngê bi hezaran kesan bi çepik û sloganan berê xwe dan qada mîtîngê. Di mîtîngê de jin û ciwanan sloganên ‘Bijî Berxwedana HDP’ê’  û ‘Em li dijî faşîzmê mil bidin hev’ berz dikirin. Di mîtîngê de hin kesan cilên neteweyî li xwe kirin.

Di qadê de tililiyên jinan hîç nesekinî û li ber stranan govend tê gerandin. Di mîtîngê de Ferha Akbûlût a 60 salî û Asîp Ayazê 70 salî bi gopalên xwe derketin ser dikê û bi alayên HDP’ê gel silav kirin. Li qadê coşeke mezin heye û gel hê jî berê xwe didin qada mîtîngê.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî yê di mîtîngê de axivî ev tişt got:

“Demek kin ji bo hilbijartina 24’ê Hezîranê maye. Em ê bi hev re vê desthilatê hilweşînin. Ti bend li pêşberî vê vîna gelan a birûmet nikare xwe ragire wê hilweşe. Em ji bo pêşiya aştî û demokrasiyê vekin em ê bi hev re vê endê hilweşînin.

Êrîşên li ser HDP’ê her roja diçe zêde dibe. Êrîşî standên me dikin, hevalên me destgîr dikin. Wisa dikin ku em ê dev jê berdin. Ma me kengê dev jê berdaye. Qet dev jê berandin. Çi bikin bila bikin em nayên lîstikên wan. Em ê xwedî li dengê xwe derbikevin. Em ê bi hev re vê lîstikê têk bibin.

24’ê Hezîranê wê ev biçin. Wê edalet li vî welatî pêk were. Wê hemû hesabên bê edaletiyê darazeke serbixwe û bê alî bipirse. Daraz wê jî vî halî rizgar bibe.Eger ku demokrasî li vî welatî pêk were, divê em li rêza herî pêş bin, eger aştî pêk were, divê me li pêş bin. Bê ku em ti hesab û îtifaqên qirêj bikin ji bo gelê xwe em ê li rêza herî pêş bin.

Dema ku me gav avêtî me got, em ê xwe û bajarên xwe bi xwe bi rê ve bibin. Me bi înad got HDP, niha jî dibêji tu dikarî. Bi hilbijartina herêmî yên sala 2014’an karê me yê nîvî mayî em hatine temam bikin. Em ê welateke hevpar û serokkomariyeke demokratîk ava bikin. Em ê vê mekanîzmaya darbeyê bi dawî bikin. Em ê vê pêk bînin.

Niha binêrin Ajansa Anadolû encamên hilbijartinê diwşînin û gel dixwazin gel bixapînin. Çawa ku 7 roj û 24 saetan kar dikin. Di van 3 rojên dawî de jî em ê kar bikin. Em ê biçin ser sindoqan, dengê xwe bidin. Em ê ne tenê dengê xwe bidin, heman demê pirsa dengê xwe jî bikin. Em ê bi hev re biçin ser sindoqan, dengê xwe bidin û em ê hemû bibin muşahîd.”