Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Li Mêrdîn, Wan û Bolûyê 29 kes hatin binçavkirin

Li Mêrdîn, Wan û Bolûyê di operasyonên qirkirina siyasî de 29 kes hatin binçavkirin.

Li Mêrdînê mamoste, li Wanê hevserok û rêveberên partiyê yên DBP'ê û li Bolûyê jî rêveberên HDP'ê û xwndekar hatin binçavkirin.

MÊRDÎN

15 mamosteyên li navçeya Qoser a Mêrdînê, bi hinceta ku tevlî çalakiya berdana kar bûne û ji ber parvekirinên xwe yên li medya civakî, bi îdîaya "propaganda rêxistinê" hatin binçavkirin. 15 mamoste birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.

WAN

Li navçeya Elbak a Wanê, di serdegirtina malanl de Hevserokê DBP'ê yê navçeyê senar Yeşîlirmak û rêveberê partiyê Farîs Koç hatin binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.

BOLÛ

Li Bolûyê, polîsan danê sibehê avêtin ser malên rêveberên HDP'ê û xwendekarên Zanîngeha Abant Îzzet Baysal. Di encamê de herî kêm 12 xwendkar hatin binçavkirin. Xwendkar birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.