Li Mêrdîn û Rihayê bîranînên Meha Gulanê

Li Mêrdîn û Rihayê bîranînên Meha Gulanê

Li navçeyên Kerboran û Midyadê yên Mêrdînê û navçeya Pirsusê ya Rihayê têkoşerên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn.

Li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê ji bo PKK'iyên di meha gulanê de jiyana xwe ji dest dan bernameya bîranînê pêk hat. Rêveberên BDP û MEYA-DER'ê û bi hezaran welatî li Qada Mîrade Kine hatin cem hev. Di bernameyê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêşengên PKK'ê Mazlum Dogan, Hakî Karer, Hayrî Durmuş, Ferhat Kurtay, Mahmut Zengîn û Eşref Anyik hatin vekirin. Ligel van wêneyên di komkujiya Helepçe û Roboksiyê de jiyana xwe ji dest dan, 3 jinên kurd ên li Parîsê hatin qetilkirin, alên KCK, HPG û PKK'ê hatin vekirin. Di bernameyê de sloganên "PKK gele gel li vir e", "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" hatin berzkirin. Piştî rêzgirtinê Serokê Rêxistina BDP'ê yê Kerboranê Selîm Kiliç axivî û wiha got: "Bi saya şehîdan em îro hatin vê nokteyê. Heke îro pêvajo hatibe vê astê bi saya şehîdan e. Em dê têkoşîna hemû şehîdên xwe bidomînin." Hevserokê Rêxistina BDP'ê yê Mêrdînê Reşat Kaymaz jî diyar kir ku ew dê têkoşîna kesên jiyana xwe ji dest da bidomînin. Piştî axaftinan Hûnermend Seyda Perînçek konserek da.

Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê ji bi heman armancê Rêxistina BDP'ê ya Midyadê bernameyek li dar xist. Di bernameya gelek kes tevlî bûn de sînevîzyon hate pêşandan.

RIHA

Li navçeya Pirsusê ya Rihayê jî MEYA-DER'ê bi heman armancê li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Pirsusê bernameya bîranînê li dar xist. Gelek malbatên zarokên xwe windakirin, rêveberên BDP'ê, Dayîkên Aştiyê û gelek kesên din tevlî bernameyê bûn. Piştî rêzgirtinê sruda "Çerxa Şoreşê" hate xwendin û slogana "Şehîd namirin" hate berzkirin. Di bernameyên de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji pêşengên PKK'ê Mazlum Dogan hatin vekirin. Piştî rêzgirtinê mewlîd hate xwendin.