Li Mêrdîn, Riha û Amedê çalakiyên Pêncşema Reş

Li Mêrdîn, Riha û Amedê çalakiyên Pêncşema Reş

Bi armanca şermezarkirina girtina bijarte û siyasetmedarên Kurd, li Mêrdîn, Riha û Amedê çalakiyên "Pêncşema Reş" hatin lidarxistin û hat xwestin ku siyasetmedarên girtî bên berdan.

Xebatkarên Şaredariya Peyasê, çalakiya "Pêncşema Reş" a her hefte ji bo Şaredarê xwe Zulkuf Karatekîn, Alîkarê Şaredar Sabahattîn Dînç û siyasetmedarên Kurd lidar dixin, vê hefteyê ya 193. pêk anî.

Di daxuyaniya li ber avahiya şaredariyê ya li bindê baranê de Cîgirê Şaredarê Peyasê Mahmût Dag, Alîkarên Şaredar Aynûr Yilmaz, Îhsan Avci, Serokê Rêxistina BDP'ê ya Navçeyê Davût Kesen, rêveberên Genel-Îş, Tum-Bel-Sen, endam û xebatkarên meclîsê.

Rêvebera BDP'ê ya Navçeyê Necla Tamrîş daxuyanî da û diyar kir ku wekîl, şaredar û siyasetmedarên li ser navê gel siyasetê dikin ev çar sal in dîl tên girtin û got, "Ev hevalên me ji madeyên tên darizandin ceza bixwin jî, li gorî dema di girtîgehê de mane divê werin berdan, lê bi zanebûn dema darziandinê tê dirêjkirin. Ev yek polîtîkaya cezakirinê ya desthilatdariya siyasî ye. Di ser re jî zextên li girtîgehan hatin zêdekirin û bi sirgûnkirinan re bi zamenbûn têkiliya girtiyan bi malbatan re hat birîn. Dîsa, nêzîkatiya xemsar a hikûmetê ya di mijara girtiyên nexweş de, li gel me fikaran diafirîne ku pêvajoya aştiyê têk bibe."

Protestoya "Pêncşema Reş" bi çalakiya 5 deqeyan a rûniştinê bi dawî bû.

Li navçeya Riha Wêranşarê jî çalakiya "Pêncşema Reş" li ber avahiya şaredariyê pêk hat. Di çalakiyê de Cîgirê Şaredara Wêranşarê Mehmet Bûrûn, Hevserokên BDP'ê yên Wêranşarê Servet Kiliç û Halîs Aktaş, xebatkarên Nûneriya Genel-Îş a Wêranşarê û xebatkarên şaredariyê amade bûn.

Serokê Genel-Îş Şaxê Rihayê Sadik Demîr di çalakiyê de axivî û got, "Di hilbijartinên derbasbûyî de Şaredara me hat girtin û hînê girtî ye. Lê hînê AKP behsa çareseriyê dike. Li ser qaxizê çareserî nabe. Eger tu ji dilî hingî destpêkê girtiyên nexweş, dûre jî nûnerên gel ên hatine hilbijartin, serbest berde. Bi vî rengî dê her kes samimiyetê bibîne" Piştî axaftinê 5 deqeyan çalakiya rûniştinê pêk hat û protesto bi dawî bû.

Li navçeya Mêrdîn Dêrikê jî di çalakiya "Pêncşema Reş" a li ber avahiya şaredariyê de, Cîgira Şaredara Dêrikê Dogan Ozbahçecî, rêveberên BDP'ê yên Dêrikê û xebatkarên şaredariyê amade bûn. Di çalakiyê de wêneyê Şaredara Dêrikê ya girtî Çaglar Demîrel hat hildan û pankarta bi nivîsa "Vîna me rûmeta me ye, rûmeta me sedema jiyana me ye" hat vekirin.

Endamê Sendîkaya Belediye-Îşê Mûrat Arslan di bin baranê de daxuyanî da û diyar kir ku 35. salvegera damezrandina PKK'ê bi heyecan û coşeke mezin hatiye pîrozkirin û got, "Gelê me vê rojê weke cejna vejînê pîroz dike. Bêguman ne belasebebep e ku gelê me vê wateyê li vê rojê dike." Protesto bi çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.