Li Meletiyê 15 tecawizkar serbest hatin berdan

Li Meletiyê 15 gumanbar ên ku tecawizî E.G. (16) a berasteng kiribûn, piştî îfadeyê serbest hatin berdan.

Li Argûvana Meletiyê derketibû holê ku 15 kesan tecawizî E.G. (16) a berasteng kiribûn.

Li gorî îddîayan 10 roj berê dema E.G. ji kolana wan biribûn Saziya Parastina Zarokan di mûayeneyê de derketibû holê ku tecawizî wê hatiye kirin. Ligel psîkolog îfadeya wê hate stendin û diyar kir ku li taxê 15 kesan şîddet li wê kirine û hinekan jî tecawizî wê kirine.

Piştre îfadeya van 15 kesan hate wergirtin û piştî îfadeyê ev 15 kes serbest hatin berdan.

Hate diyarkirin ku lêpirsîna li ser bûyerê didome û zarok birine Saziya Parastina Zarokan a Bajêr tê wergirtin.