Li Melboûrne ji bo jinên şoreşger ên Kurd bîranîn
Li bajarê Melboûrne yê Avûstralya, bi organîzekirina Komaleya Jinên Kurd ji bo jinên şoreşger ên jiyana xwe ji dest dane aktîvîte hat lidarxistin.
Li bajarê Melboûrne yê Avûstralya, bi organîzekirina Komaleya Jinên Kurd ji bo jinên şoreşger ên jiyana xwe ji dest dane aktîvîte hat lidarxistin.
Li bajarê Melboûrne yê Avûstralya, bi organîzekirina Komaleya Jinên Kurd ji bo jinên şoreşger ên jiyana xwe ji dest dane aktîvîte hat lidarxistin. Di aktîvîteya bîranînê de ji bo yên jiyana xwe ji dest dane rêz hate girtin.
Ji Tevgera Jinên Kurd Havîn Guneşer axivî, wiha got: “Di vê pêvajoya ku em 3. salvegera bi hovîtî qetilkirina 3 hevalên xwe yên li Parîsê pêşwazî dikin de gelê me û jin bi berxwedanek mezin li dijî zilm û faşîzmê serî hildane.”
Guneşer axaftina “Rêber Apo” ya “ev qetlîam qirkirinek Dêrsimê ya nû ye” bi bîr xist, got têkîldarî mijara bê ka çi ji bo gelê Kurd tê rewa dîtin vedibêje. Wiha dom kir: “Piştre wehşetên li Rojava û Şengalê û îro jî li Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Farqîn, Silopiya û
Kerboranê delîlên herî mezin ê van pêkanînên êrîşên faşîst in. Hevalên Sêvê, Pakîze û Fatma di salvegera vê qetlîamê de hatin qetilkirin, em wan jî bi vê wesîlê bi bîr tînin.”
‘EM STRANA AZADIYÊ BILIND BIKIN’
Guneşer got, “Lê ew vê nizanin; jin û gelê Kurd ji pêkanînên heman her tim xwe ji nû ve dafirîne û derdikeve” û wiha dewam kir: “Îro jî rastiya gel û jina li ber xwe dide ne tenê gelê Kurd, tevahî mirovahiyê ji xweliyan ava dike. Li her derê bilindkirina vê strana azadiyê girêdana bi bîranînên wan û hêviyên wan xistina pratîkê ye.”
‘BI POLÎTÎKAYA DESTHILATIYÊ QETIL KIRIN’
Ji Rêveberiya Jinan Çîgdem Aslan jî wiha ragihand: “Em di 3. Salvegera qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan , Leyla Şaylemez ku tevkariyên girîng ji bo têkoşîna azadiya Kurd kirine de û di encama sûîqestek navneteweyî hatine qetilkirin de wan bi bîr tînin. Divê îsal jî mirov balê bikşîne ser polîtîkaya desthilatdariyê ya 3 siyasetmedar jin ên Kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar qetil kirine. Ev şer û êrîş di heman demê de polîtîkaya pelçiqandina pêşengên têkoşîna azadiya Kurd û jinan, li hember jinan e. Tevî hemû zext û zilmê, terora dewletê jî azadiya berxwedana jin, ji bo wekhevî û azadî bi ser bikeve wê rola xwe bidomîne. Sêvê, Pakîze û Fatma jî wê wek Sakîne, Leyla û Fîdan neyên jibîrkirin.”
PÊŞENDANA SÎNEVÎZYONÊ
Di aktîvîteya ku bi sedan Kurdistanî tevlî bûn, di serî têkîldarî qetlîamên 4 û 9’ê Çileyê, der heqê pêvajoyê sînevîzyonek hat pêşendan. Piştre helbest Kulîlkên Azadiyê ya Mehmet Çobanoglû hat xwendin û koma muzîkê ya Navenda Civaka Demokratîk stranên xwe yên li ser şehîdan gotin.