Li Meksîkayê parezvanekî dî jî yê mafê mirovan hate kuştin

Li bakurê Meksîkayê parêzvanê mafê mirovan ku li ser mafên gelê xwecih xebatên xwe dikirin, Juan Ontîveros Ramos hate kuştin.

Dozgeriya eyaleta Chîuchau têkildarî mijarê daxuyanî da û got cesedê Ramos ku li ser gelên xwecih Tarahumara xebatên xwe dikirin li bajarê Guagalupe y Calvo hatiye dîtin. Dozgeriyê diyar kir ku ew guman jê dibin ku Ramos hatibe kuştin û li kesekî ku nasnameya wî kişf bûye digerin.

Îsîdro Baldenegro Lopêz ku ij bo gelên Tarahûmara, nifûsa wê 120 hezar e xebatên xwe dikir, beriya bi 2 heftiyan hatibû kuştin.

Bi Ramos û Lopez re ji 2013’an ve hijmara parêzvanên mirovan ên ku hatin kuştin bûne 5.