Li Mehserê pêşangeha yekem
Li Mehserê pêşangeha yekem
Li Mehserê pêşangeha yekem
Li Kobanê bi armanca piştevaniyê di nobeta ku li sînor dihat girtin, li gundê Mehserê piştî pirtûkxaneya yekem niha jî xwepêşangeha yekem hat vekirin. Di pêşangehê afîşên cuda cuda yên ji welatên cuda yên 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê Kobanê hatin pêşandan.
Berxwedana YPG’ê û YPJ’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê di roja 71’emîn de berdewam dike. Li gundê Mehser li gel berxwedanê, modela jiyana azad a Rojava dikeve jiyanê. Demek berê pirtûkên hatibûn behevkirin di pirtûkxaneya ku hat vekirin de hat bicihkirin û niha jî pêşangehek hat vekirin.
KOBANÊ NAKEVE
Di pêşangehê de ji çalakiyên berxwedana 1’ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê de afîş cih digirin. Pêşangeh jî wek yekemîn pirtûkxaneya ku hat avakirin, di kaseyên fêkiyan de hate amadekirin û afîşên ji wêneyên jinên YPJ’ê û afîşên Kobanê teqez nakeve balê dikişînin.
Omer Bagci yê ku 25 roj e di berxwedanê de cih digire diyar kir arman ev e ku piştgiriya gelên cîhanê dide Kobanê nîşanî gel bidin.