‘Li Meclîsê karê me yê pêşî wê azadkirina Ocalan be’

Namzetê HDP’ê yê Amedê Mehmet Temîzyuz got dema ku ew biçin Meclîsê karê wan ê pêşî wê xebatên ji bo azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be.

Beriya hilbijartinê bi rojekê jî xebatên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Amedê didome.

Yek ji namzetê HDP’ê yê Amedê Mehmet Temîzyuz jî di nav xebatên hilbijartinê yên HDP’ê de ye. Temîzyuz bi salan e ku di nav saziyên Kurd de dixebite. Temîzyuz demekê sekreteriya giştî ya TUHAD-FED’ê, Hevseroktiya wê kiriye û piştî girtina TUHAD-FED’ê bû Hevberdevkê Insîyatîva Hevgirtina bi Zindana re.

‘EM Ê TMK’Ê RAKIN’

Li ser xebatên ku di nav HDP’ê de wê bike Temîzyuz diyra kir ku ew ê zêdetir bala xwe bide girtîgehan. Temîzyuz got girtîgeh li Kurdistanê û Tirkiyê pirsgirêkeke civakî ye û domand, ‘’Girtîgeh bûne parçeyek ji jiyana civakî. Ji bo vê jî em ê jî şertên hevrêyên xwe yên girtîgehê ji raya giştî re û meclîsê re ragihînin.

Em bi pergaleke wiha re hevrû bûne ku hiqûq qediyaye û wezareta dadê bêkêr maye. AKP’ê wiha kir. Ji 2002’yan ve AKP TMK anî rewşeke wiha ku mirov nikare ji nav derkeve. Ji bo vê jî li Meclîsê pêşî em ê TMK’ê rakin. Ji ber ku yek ji sedema sereke ya pirsgirêkên hiqûqî û girtîgehan TMK ye.’’

 ‘EM Ê JI BO AZADIYA OCALAN HEWL BIDIN’

Temîzyuz bi domdarî bal kişande ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oalan û got, ‘’Pişti ku me ji AKP’ê ji desthilatdariyê xist, ji bo tecrîda li ser Rêberê Kurd Abdulah Oclan rabe û dawiyê ji bo azadkirina Wî em ê gavan bavêjin, hewla vê bidin.

Hemû pirsgirên girtîgehan xwe dispêrin pergala girtîheha Imraliyê. Piştî ku me ev pergal rakir em dikarin hemû pergala girtîgehan biguherînin. Ji ber ku pergala Girtîgeha Imraliyê ne di bin banê Wezareta Dadê de ye, girtîgeheke wiha ye ku mekanîzmayên dewletê wê kontrol dikin. Ji bo vê jî bi rehetî dikarin vê li hemû girtîgehan berbelav bikin. Em ê jî li dijî vê têbikoşin û vê mijarê bişopînin.’’

‘BENDEWARIYA MALBATÊN GIRTIYAN JI HDP’Ê HEYE’

Temîzyuz got hemû malbatên girtiyan azadiya Ocalan li ber wan datînin û domand, ‘’Ji ber ku ew qanih bûne, ji bo zarokên wan azad bibin û girtîgeh vala bibin divê birêz Ocalan azad bibe. Ji bo vê jî ji azadiya zarokên xwe bêhtir heke wê ber bi azadiya civakî ve gav were avêtin ev ê bi azadiya Ocalan bibe, wiha dibêjin. Ji bo vê jî hemû malbatên girtiyan xwe tevlî nav xebatên HDP’ê dikin. Hêviyeke mezin ji HDP’ê dikin. Ji ber ku dizanin muxatabê pirsa Kurdan û çareseriya vê bi Ocalan e. Malbatên girtiyan hay ji nirx û rola Ocalan hene. Ji bo vê jî ev bi salan e li pey vê daxwaza xwe ne.’’

‘AKP LI KURDISTANÊ PARTIYA TABELAYÊ YE’

Temîzyuz herî dawî got ji bo ku HDP’ê rûyê rastîn ê AKP’ê derxistiye holê ji xebatên HDP’ê kelecanî dibin û gel bi moraleke ew qasî zêde ye di xebatan de ew fedî dikin ku dengan bixwazin, dibêjin, ‘’Jixwe em ê dengê xwe bidin we, HDP partiya me ye.’’

Temîzyuz got AKP li Kurdistanê êdî partiya tabeleyan e û vê hilbijartinê ev ê were dîtin.