Li Meclîsê guhertina Destûra Bingehîn tê nirxandin

Pêşnûmeya AKP'ê ya ji bo nirxandina pêşniyar qanûna li ser destnedanê û xebitandina meclîsê heta bidawîbûna vê nirxandinê, ji aliyê Civata Giştî ya Meclîsê ve hat qebûlkirin.

Civata Giştî ya Meclîsê bi serokatiya Cîgirê Serokê Meclîsê Ahmet Aydin li hev civiya.

Parlamenterê HDP'ê yê Qersê Ayhan Bîlgen, li ser mijara li derveyî rojevê, bi wesîleya salvegera sirgûnkirina Çerkesan a sala 1864'an mafê axaftinê wergirt.

Bîlgen bal kişand ser sirgûnkirina zêdeyî mîlyonek Çerkesî û diyar kir, ji kesên hatin sirgûnkirin bi qasî 500 hezar di rê de ji ber nexweşiyan an jî sedemên cuda jiyana xwe ji dest dan. Bîlgen got, "Eger zêdeyî 1 mîlyon mirov neçar man cih û warên xwe biterikînin û ji nîvê van di rê de jiyana xwe ji dest da bin, pênasekirina vê rewşê bi gotina 'guhertina cih' ne rast e, ne exlaqî ye."

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken jî, Îbrahîm Kaypakkaya yê li Zîndana Amedê hat qetilkirin, bibîr anî. Balûken nerazîbûn nîşanî qetilkirina Pinar Gemsîz a li taxa Gazî ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin da û Hefteya Windayan bibîr xist. Balûken destnîşan kir, ku ew li cem têkoşîna dayikên Şemiyê ne.

PÊŞNÛMEYA LI SER DENGDAYÎNA PÊ BAWERIYA VEKIŞAND

Piştî xwendina pêşnûmeyên lêklînê, HDP'ê pêşnûmeya xwe ya li ser dengdayîna pê baweriyê ya li hemberî Wezîrê Aboriyê Elîtaş vekişand, ku wê îro bihata nirxandin. Balûken got, "Di rewşeke ku îro di bin navê destnedanê de hewldana tesfiyekirina mûxalefetê tê kirin de, em rast nabîn ku dîmenekî mîna mekanîzmaya mûxalefetê bi rengekî normal dixebite, nîşan bidin. Lewma em vê pêşnûmeya xwe vedikişînin."

Piştî axaftinên li derveyî rojevê, pêşnûmeya AKP'ê hat xwendin. Di vê pêşnûmeyê de AKP dixwaze, heta mijara destnedanê bê biencamkirin, meclîs bixebite. Di dengdayîna li ser vê pêşnûmeyê de, pêşnûme hat qebûlkirin.

GUHERTINA DESTÛRA BINGEHÎN TÊ NIRXANDIN

Pêşnûme qanûna li ser guhertina Destûra Bingehîn a têkildarî rakirina destnedanê, tê nirxandin.