Li Meclîsê erkdariya şer tê nirxandin
Li Meclîsê erkdariya şer tê nirxandin
Li Meclîsê erkdariya şer tê nirxandin
Li Civata Giştî ya Meclîsê de, Erkdariya Serokwezaretiyê ku dema erka operasyona li dijî Başûrê Kurdistanê ya ji hikûmetê re hatiye dayîn saleke din dirêj dike, tê nirxandin.
Erkdariya Serokwezaretiyê ya ji bo operasyona li dijî Başûrê Kurdistanê, li Meclîsê tê nirxandin. Cîgirê Serokê Koma CHP'ê Akîf Hamzaçebî bi civîneke çapemeniyê da xuyakirin ku CHP dê ji erkdariyê re bêje 'erê.' Li ser navê koma MHP'ê jî Parlamenterê Enqerê Yildirim Tûgrûl Turkeş jî diyar kir ku ewê piştgiriyê bidin erkdariya şer. Erkdariya şer dê di saetên pêş de pêşkêşî dengdanê bê kirin. Parlamenterên BDP'ê jî dê ji erkdariyê re bêjin "Na."
Erkdariya operasyona li hemberî Başûrê Kurdistanê, ku hikûmet ji sala 2007'an û vir ve her sal dirêj dike, cara 7. e tê meclîsê.