Li bajarê Newportê yê Galê berxwedana Îmam Şîş ê ku 95 roj in di greva birçîbûnê de ye, li Meclîsa Xweser a Galê hate nîqaşkirin.
Roja Çarşemê pêşniyaznameya ku partiya Plaîd Cymrû da, ji aliyê meclîsê ve hate qebûlkirin. Di dengdanê de 24 dengên erê, 11 red û 14 dengên bêalî hatin dayîn.
Di nîqaşên meclîsê de parlementerê Plaîd Cymrû, Bethan Sayed diyar kir ku pênaseya terorê pênaseyeke polîtîk e û bal kişand ser biryarên dadgehên Belçîkayê yên li ser PKK’ê ku PKK ne rêxistineke terorîst e.
Sayed diyar kir ku dewleta Tirk êrîşî gelê Kurd dike û bi vê re zextên li ser mafên mirovan meşrû dibe.
Parlementer Leanned Wood jî diyar kir ku du sal berê tevî Îmam Şîş li dijî nijadperestiyê çalakî li dar xistine û Şîş tevî wan li dijî faşîzmê şer kiriye. Wood nameya Leyla Guven jî xwendû û banga têkoşîn û hevgirtinê kir.
Parlementerê Partiya Karkeran Jenny Rathbone jî diyar kir ku Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiye ne xwediyê axa gelê Kurd in û bal kişand ser vî tiştî ku van dewletan Kurdistan dagir kirine.
PÊŞNIYAZNAME HATE QEBÛLKIRIN
Pêşniyazname li meclîsê hate qebûlkirin. Di pêşniyaznameyê de hate diyarkirin ku divê berpirsyariyên hiqûqî yên navneteweyî yên dewleta Tirk jê re bîrxistin, polîtîkayên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were şermezarkirin û ji bo ku CPT biçe Îmraliyê divê bangeke fermî were kirin.