Li Marsilyayê darvekirin û komkujiya li Kobanê hatin protesto kirin

Li Marsilyayê darvekirin û komkujiya li Kobanê hatin protesto kirin

Li başûrê Fransayê li bajarê Marsilya Kurdistaniyên ku hatin gel hev darvekirinên ku rejîma Îranê pêk anîn û êrişên El Qaîdeyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê protesto kirin.

Çalakiya ku bi armanca protestokirina darvekirin û êrişan hate li darxistin, li qada Cenebiere ya Marsilyayê di saet 18.30’an de bi pêxistina meşaleyan destpê kir.

Li navenda çalekiyê wêneyên girtiyên siyasî yên kurd ku hatin darvekirin bal dikişand û sêdareke sembolîk ya darvekirinê hate danîn. Di panqartên ku hatin vekirin de hate xwestin ku cezayê darvekirinê yê li Îranê bê rakirin û girtiyên siyasî bên berdan.

Di mîtingê de piştî axaftinên nûnerên Navenda Çanda Mezopotamya şûnde nûnerekî Partiya Kominîstan a Fransa (PCF) mafê axaftinê girt. Axaftvanan, Îran bi zimanekî tûnd şermezar kirin û hate xwestin ku darvekirin gavek ji a din pêştir bêne rawestandin.

Di çalakiyê de êrişa di 11’ê Mijdarê de a li Kobanê ya bi bombeyî ku li dijî sivîlan pêk hatî hete protesto kirin

Piştî axaftinan ciwanên kurd sêdarên darvekirinê li gel qêrkirina dirûşmên “Kujer Îran” şewitandin.