Li Marsîlya û Parîsê bi hezaran kes ji bo Efrînê meşiyan
Li hemberî êrîşên dagirker ên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê, Kurdistaniyên li bajarê Marsîlyayê û Parîsê ya Fransayê daketin qadan.
Li hemberî êrîşên dagirker ên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê, Kurdistaniyên li bajarê Marsîlyayê û Parîsê ya Fransayê daketin qadan.
MARSÎLYA
Bi hezaran kes nîvro li Qada Canebiereyê kom bûn û bi slogana ‘Bijî berxwedana Efrînê’ dest bi meşê kirin.
Di meşê de pankartên ‘Zarokên li Efrînê zarokên me ne’, ‘Erdoğan destê xwe yê qirêj ji ser zarokên me bikişîne’, ‘Parastina Efrînê, parastina şoreşa jinê ye’ hate vekirin.
Piştî meşa saetekê girse gihişt qada Vieux-Portê û ji bibîranîna şehîdên Efrînê sirûda ‘Çerxa Şoreşê’ standin û li vê derê mîtîngek lidarxistin.
Girse piştî mîtîngê belav nebû û çalakiya rûniştinê li dar xist.
Hate ragihandin ku ew ê meşên li Marsîlyayê sibê saet di 18’an de li Qada Canebiereyê, roja Çarşemê jî meşeke girseyî were lidarxistin û ji Qada Canebiereyê heta Konsolosxaneya Rûsyayê ew ê bidome.
PARÎS
Kurdistanî û dostên wan di bin pêşengtiya Platforma Xwedîderketina Efrînê ya Parîsê seat 14:00’an li Qada Repûblîqûe li hev civiyan û pankartên ‘Kujer Erdogan’ û dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin.
Li Qada Repûblîqûeyê Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Fransayê Pîerre Laûrent axivî.
Laûrent diyar kir ku wê piştevaniya bi gelê Kurd re bidome û wiha got; “Divê Fransa li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk li Efrînê li dijî Kurdan xwedî helwesteke zelal be.”
Laûrent got ku divê PKK ji lîsteya terorê were derxistin.
Li Qada Repûblîqûeyê jinan bi pankartên ‘Em rê nadin faşîzma Tirkiyeê re’ û ciwan jî bi pankarta ‘Serî Hilde’ di meşê de cihê xwe girtin. Di meşê de belavokên qala êrîşên dagirkeriyê dikin bê navber hatin belavkirin.
Li Qada Chatletê jî mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de nûnerên Platforma Xwedîderketina li Efrînê a Parîsê axivîn û wiha hate gotin; “Dewleta Tirk li Efrînê jin, zarokan qetil dike. Em ê şev û roj her dem li qadan bin. Em ê Efrînê bi tenê nehêlin.”
Ji bo çalakiya sibê saet 14:00’an li Parîsê banga tevlîbûna bihêz hate kirin.