Li Marsîlya ji bo gerîlayan taziye

Li Marsîlya ji bo gerîlayan taziye

Li Marsilya Komîteya Şehîdan ji bo 26 gerîlayên ARGK’ê û HPG’ê yên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane taziye çêkirin. Taziye wê du rojan berdewam bike.

Li Marsilya ji bo 26 gerîlayên ARGK’ê û HPG’ê yên ku di dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dane taziye dan destpê kirin. Taziye birayê Ayhan Kartal yê ku di Tekoşîna Azadiya Kurdan de jiyana xwe ji dest daye Cuneyt Kartal wê bi rêve bibe.

Siyasetvanê Kurd Zagros Çiya ku di taziyê de axivî diyar kir ji bo azadiyê ked û bedelên mezin dane û wiha got: “Di bin siha wan de emê bigehîne azadiyê”. Çiya di berdewamiya axaftina xwede wiha got: “Şehîd Korkmaz yê ku li gel 26 hevalên wî şahadeta wan dibêjin û hemû rêhevalên me yên ku di dîrokên cuda de şehîd ketîn, hemû rêhevalên me yên ku di rêya şoreşê de şehîd ketine ji vi rem cardin sûza xwe a ji bo wan nû dikîn. Gelê kurd di ber tekoşîna azadî û azadiya Kurdistanê de bedelên mezin dane, asta ku gehiştînê di berdewamiya rêya rêhevalên xwe de û sûza girêdayîna bi Rêbertiya xwe re didîn.”

Birayê gerîlayê HPG’ê Ayhan Kartal (Korkmaz) Cuneyt Kartal nameya Desteya Rêveber Hevserok a KCK’ê û Komiteya KCK’ê Piştgiriya Malbatên Şehîdan xwend. Kartal di axaftinên ku kirî de wiha got: “ Em ticarîn di doza xwede pişman nabîn û dest jê naberdîn. Em di kesayeta Korkmaz de cardin ji bo azadiyê diqêrîn. Li rexmê hemû êşên xwe weke hemû carên din em dîsan azadî û aştiyê dixwazîn. Şehîd namirin. Bijî Serok Apo.”

Taziye wê li Marsilyayê sibê jî berdewam bikin.