Li Mannheîmê 13 hezar û 500 îmze hatin komkirin
Li Mannheîmê 13 hezar û 500 îmze hatin komkirin
Li Mannheîmê 13 hezar û 500 îmze hatin komkirin
Di çarçoveya kampanya 'Ji Ocalan re Azadî' de, li Mannheîm û derdora wê 13 hezar û 500 îmze hatin komkirin.
Li gorî daxuyaniya di semînereke li Ludwigshafenê hat dayîn de, li bajarê Elmanya Mannheîm û derdora wê heta niha 13 hezar û 500 îmze ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî yên Kurd hatine berhevkirin.
Serokê Komeleya Ludwigshafen’ê di civînê de axivî û ji hemû kesên ku di xebatên komkirina îmzeyan ked dane û îmze kire spasiyên xwe pêşkêş kir û got: “ Emê kampanyayê dewam bikin. Pêwiste her kesê ku ji xwe re dibêje ez welatparêzim îmzeyan kom bike. Her wiha spasiyên xwe pêşkeşî ciwanên ku bi taybetî ji bo kampanyayê xebitîne dikim."
Di civînê de gelek welatparêzên kurd, li gel nûnerên rêxistinên AGÎF, ATÎF û Yekitiya Jinên Sosyalîst amade bûn.