Li Maltepeyê sloganên “edaletê” tên berzkirin
“Meşa Edaletê” ya ku 24 roj in didome îro bi mîtîngekê wê bi dawî bibe.
“Meşa Edaletê” ya ku 24 roj in didome îro bi mîtîngekê wê bi dawî bibe.
Bi qasî kîlometreyekê serokê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû tenê meşiya.
Parlementerên CHP’ê jî li pişt Kiliçdaroglû meşiyan. Girseya li peravê bi çepikan piştgirî dan Kiliçdaroglû.
Li Parka Maltepeyê bi beşdariya 2 milyon kesan bi sloganên “Heq, hiqûq, edalet” mîtîng hate destpêkirin. Di mîtîngê de her kesî daxwaza “edaletê” kirin.
Di mîtîngê de Onûr Akin derket ser dikê û bi stranên wî gel coşiya.