Li Malî Berberî jî tevli şer bûn
Li Malî Berberî jî tevli şer bûn
Li Malî Berberî jî tevli şer bûn
Fransayê di şerê Malî yê Welatê Afrîqa Başûr de bajarê Tîmbuktu girt û li aliyê din şervanên welatê Azad Wad ku welatê Berberiyane îlan kirin ku wan jî bajarê Kîdal girtine. Berber û îslamî tevlî şer bûne û niha helwesta hikûmeta Malî tê mereq kirin.
Fransayê û hêzên Malî li welatê Berberiyan Azawad (Maliya Bakûr) di 11’ê çile de mudaxeleya leşkerî dabû destpêkirin. Komên îslamî yên radîkal ên bi navê Yekîtiya Afrîqaya Rojava û Tevgera Cîhad (Mujao), Magreb El Qaîde (AQMI) û Ol Ensar piştî girtina Gao niha jî diyar kirin ku, bajarê Tîmbuktu girtine.
Wezîrê Parastinê yê Fransayê Jean-Yves Le Dîan diyar kir ku, bi giştî jî nebe bajarê Tîmbuktu hatiye desteser kirin û got pevçûn li wir didome. Komên îslamî diyar kirin ku, herî kêm 25 mirî hene. Nehat hînbûn ku, ka di artêşa Fransa û Malî de çiqas windahî hene.
MILÎTANÊN BERBERÎ 3 BAJAR GIRTIN
Dema Fransayê daxuyanî di derbarê girtina Tîmbuktu de da, Tevgera Azadiya Netewî ya Azadwad (MNLA) diyar kir ku, bajarê Kîdal û bajarên Tesalît û Ayn Xelîl yê Sînorê Cezayîrê girtine bin kontrola xwe. Berdevkê MNLA Musa Ag Asarîb wiha got: “Tevgera me êdî li dijî terorîzmê tevlî şer bû. Em êdî li dijî AQMI û Ol Ensar têdikoşin.”
Li aliyê din hat diyar kirin ku, Tevgera Îslamî ya Azawad jî bi MNLA re têdikoşe. Berdevkê MIA, Muhammed Ag Aharîb got milîtanên MIA bi hêzên MNLA re bajarê Kîdal girtine.
Piştî herêma Gao ji aliyê Fransa û Artêşa Malî ve hate girtin hate hînbûn ku, serokên AQMI û Ol Ensar li herêmên çiyayê bicih bûne.
ŞER DIJWARTIR BÛ
MNLA û MIA ji bo azadiya gelê Berber li dijî Fransa û Malî têdikoşe. Ev yek rewşa Malî zêdetir tevlîhev dike.
MNLA di serê sala 2012’an de dema artêşa Malî şer da destpêkirin bi tena serê xwe serkeftin bidest xist û gelek bajar girtibû dest. Di sala 2012’an de MNLA bi Ol Ensar re bû yek û di mehên havînê de li dijî êrîşên girêdayê Mujao neçar man bajaran terk bikin.
HERÊM ŞER AZAWAD
Di 11’ê çile de Fransayê mudaxeleya leşkerî li Bakûrê Malî kir û ev herêm welatê Berberiyan Azawad e. Azawaz li Çola Sahara ye. Her çiqas di alî çavkaniyên binerdê de ne dewlemend be jî, li aliyê başûr yê welat madenên wan yên dewlemend hebûn û vê hewcedariyên wan yên çandinî pêk dianî. Li Malî nifûs 14 milyone. 1-2 ji vê Berberîne.