Li Malezyayê 40 koçber di avê de wenda bûn
Li Malezyayê 40 koçber di avê de wenda bûn
Li Malezyayê 40 koçber di avê de wenda bûn
Keştiyek ku têde koçberên Endonezyayê yên ji bo pîrozkirina cejna Remezanê vedigeriyan welatê xwe hebûn li ber peravên Malezyayê binav bû, 40 koçber wenda bûn.
Li gorî agahiyên Ajansa Çavdêriya Karên Deryayê ya Malezya û koçberên di bûyerê de sax mane, şeva ku Pênçşemê bi Înê ve girêdide li başûrê welêt nêzî Eyaleta Johor keştî binav bûye. Di keştiya ku 44 kes têde bûn tenê 4 kes rizgar bûne, 40 kesên din di avê de wenda bûne.
Keştiya ku ber bi Girava Batam a Endonezyoyê ve diçû, piştî ji peravên Malezyayê hereket kir 3 saet şûnde agahî hat ku wenda bûye. Di nav koçberên ku wenda bûne de jin û zarok jî hene.