Li malbatên Roboskî cezayê ‘bîranînê’
Li malbatên Roboskî cezayê ‘bîranînê’
Li malbatên Roboskî cezayê ‘bîranînê’
Dozgerê Komarê yê Amedê li malbatên di 500'enîn rojvegera komkujiya Roboskî de çalakiya aqubetê pêk anîn, her yek rastî 3 hezar TL cezayê pereyan hat.
Di 28'ê Kanûna 2011'an de balafirên şer ên tirk li Roboskiyê bombe barandibûn û 34 welatiyên sivîl bi bombeyan perçe kiribûn û qetilkiribûn. Di 500'emîn roja Komkujiyê de malbat meşiyabûn ser sînor cihê ku komkuji lê pêk hatiye û li cihê komkujiyê çalakiya bîranînê pêk anîbûn. Malbatên ku li cihê komkujiyê qurnefil danîn û daxuyanî dan çapemeniyê rastî cezayên pereyan hatin. Dozgera Komarê ya Amedê li her malbatek ku zarokê xwe di komkujiyê de winda kirine 3 hezar TL cezayên pere birîn. Malbatên ku der barê wan de cezayê pereyan hat birîn rastî lêpirsînê hatin. Dêkildarî mijarê xizmê malbatan Veli Encu, diyar kir ku ji bo zarokên xwe bibîr bînin li cihê komkujiyê çalakî pêk anîn û ji ber vê yekê li 34 malbatan tevan cezayêpereyan hat birîn. Encu, anî ziman ku dozgeriyê bang xwuşka wî ya 11 salî Zuleyha Encu û Cemal Encu xwişka wê Cahide Encu çûn li dozgeriyê îfade dan. Encu, anî ziman ku li kesên ku di roja çalakiyê de ne li wir bûn jî doz hat vekirin û li her malbatê 3 hezar Tl ceza birîn.