Li dijî çeteya "Osmanen Germania" (Osmaniyên Elmanyayî) ku bi desthilatdariya AKP'ê ve girêdayî ye û demeke dirêj e di rojeva Elmanyayê de ye, duh li gelek deverên Elmanyayê operasyon hatibû kirin. Yekîneyên polîsan ên li eyaletên Nordrhin Westfalen (NRW), Baden-Württemberg û Hessenê avêtibûn ser 41 mal û kargehan û lêgerîn li wan kiribûn.
Li ser serdegirtina li dijî vê çeteyê ku bi qaçaxçitiya çekan, bazirganiya mirovan û narkotîkê û bi êrîşên li dijî Kurdan balê dikişîne, agahiyên nû derketin holê.
Eşkere bû ku di serdegirtina duh de polîs çûne mala Serokê Herêma Rhein-Neckar a UETD Yılmaz İkay Arın ku UETD saziya lobî ya AKP'ê ya li Elmanyayê ye. Arın piştî ku tespît bû ku fermana êrîş û sûîqestê yên ji AKP'ê girtiye gihandiye çeteya "Osmanen Germania" reviyabû Tirkikyeyê.
Agahiyeke din a balkêş a operasyona duh ew e ku polîsan li girtîgehên Offenburg û Stuttgartê lêgerîn kirin. Polîsan bi hesasiyeteke mezin li hucreyên serçete Mehmet Bağcı û Selçuk Şahin ên li her du girtîgehan geriyan. Rûniştina destpêkê ya doza darizandina 8 kesan ku Bağcı û Şahin jî di nav de ne, wê 26'ê Adarê li Dadgeha Eyaletê ya Stuttgartê pêk were.