Li Lyonê aktivîteya piştgiriyê ya bi HDP’ê re
Li bajarê Lyon ê Fransayê Komeleya Kurdistan-Lyon Fransa aktivîteya piştgiriyê ya bi HDP’ê re lidar xist.
Li bajarê Lyon ê Fransayê Komeleya Kurdistan-Lyon Fransa aktivîteya piştgiriyê ya bi HDP’ê re lidar xist.
Di aktivîteya ji aliyê Komeleya Kurdistan-Lyon Fransa ve bi armcana piştgiriya bi HDP’ê re hate lidarxistin de, li dijî pêkanînên faşîzmê yên li Tirkiyeyê gotin: “Raweste Erdogan”.
Parlemtera Parlementoya Ewropayê Vergîat Marîe-Chrîstîne, Hevşaredarê navçeya Îpekyolû ya Wanê Veysel Keser, dîroknas Pascal Torre û Seroka Komeleya Kurdistan a Fransa Sylvîe Jan ên tevlî aktivîteya li salona Jean Coûtybûn axivîn.
Di axaftinên bal kişandin ser pêkanînên derveyî hiqûqê yên li Tirkiyeyê de, banga tevlîbûna rûniştina dozên di derbarê Hevseroka Berê yê HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Hevserkê Giştî yê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş kirin. Piştî aktivîteyê û şûnde ji bo dozên Yuksekdag û Demîrtaş bişopînin wê heyetekê bişînin.
Her wiha di aktivîteyê de jinan ji bo bi hezaran girtiyên li girtîgehên Tirkyê dîl hatine girtin kart nivîsandin.