Li Luzernê greva birçîbûnê ya sê rojan dest pê kir

Li bajarê Luzern ê Swîsreyê, ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê dest pê kir ku wê sê rojan bidome.

Kurdên li Luzernê ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Ocalan û grevên birçîbûnê-rojiya mirinê yên li dijî tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya sê rojan kirin.

Bi pêşengiya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyan a Luzernê (CDK-Luzern) li ber stasyona trenê kon hate vedan. Saet 11'an daxuyanî hate dayin û bi vî rengî greva birçîbûnê dest pê kir.

Dayik û xizmên ku zarokên wan di greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne, beşdarî çalakiyê bûn.

Di dema çalakiyê de dayikan xavikên spî dan serê xwe û bal kişandin ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîdê.

Greva birçîbûnê wê di roja duyemîn de li ber Parlamenta Kantona Luzernê be. Bi rêya vê çalakiyê wê bêdengiya hikumet û saziyên navneteweyî bê şermezarkirin.

Bi heman armancê wê 16-17'ê Gulanê li ber Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî çalakiya rûniştinê ya 2 rojan a girseyî pêk were.