Li Luksembûrgê dengê ‘Terorîst Tirkiye’ bilind bû
Kurdistanî û dostên wan ên li Luksembûrgê li pêşiya gara trenê hatin cem hev, êrîşên qirker ên AKP’ê protesto kirin.
Kurdistanî û dostên wan ên li Luksembûrgê li pêşiya gara trenê hatin cem hev, êrîşên qirker ên AKP’ê protesto kirin.
Girseyê di meşa heta Dîwana Edaletê ya Ewropa de belavok belav kirin, bi dirûşmeyên bi zimanê Kurdî, Tirkî, Elmanî û Fransî ve terora AKP’ê protesto kirin.
Di çalakiya ku dirûşmeyên, “Terorîst Tirkiye”, “Bijî Piştevaniya Navneteweyî” hat qîrkirin de berxwedanên xwerêveberiyan hatin silavkirin.
Çalakvanan bi Dîwana Edaletê ya Ewropa re hevdîtin pêk anîn, dosyayek têkîldarî qetlîamên li Kurdistanê radestî rayedaran kirin.
Di çalakiyê de li ser navê KCD-E daxuyanî hat dayîn, hat xwestin ku Yekîtiya Ewropa li dijî qetlîamên li Kurdistanê bikeve nav hewldanan.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku heta qetlîamên li Tirkiyeyê bi dawî nebin wê her tim çalakî bên lidarxistin.