Li Los Angelesê endamên STK’ê serdana çalakiya nobetê ya ji bo Efrînê kir

Li bajarê Los Angeles yê DYA çalakiya nobetê ya ji bo Efrînê hatibû destpêkirin didome. Rêxistinên Civaka Sivîl serdana çalakiyê kirin û dosya pêşkêşî berpirsan kirin.

Kurdistaniyên  li eyaleta Los Angeles a DYA’yê dijîn, ji meha Sibatê ve  nerazîbûnên xwe li kolanan tînin ziman.

Kurdistaniyan komkujî û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin, piştgirîdan berxwedana Efrînê û bang li berpirsan kirin ku bêdengiya xwe bi dawî bikin.

Komek çalakvan, li Los Engelesê serdana rêxistinên civaka sivîl ên weke UNICEF, Amnesty Internatîonal û Human Rîghts kirin. Dosyayên ku ji aliyê çalakvanan ve hatibu  amade kirin pêşkêşî muxatabên wan û diyarkirin ku nerazîbûn nîşanî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi ser Efrînê, bidin.