Li Lorient û Kopenhagê ji bo Efrînê çalakî hate lidarxistin

Li Lorientê Kurdistaniyan ji bo piştgiriya Efrînê xwe bi deriyê walitiyê ve zincîr kirin. Li Danîmarkayê jî Rûsya hate protestokirin.

Li bajarê Lorient yê Fransa û paytexta Danîmarka Kopenhagê Kurdistanî û dostên wan ji bo Efrînê çalakî lidarxistin. Di çalakiyan de êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk ên bi ser Efrînê û bêdengbûna li dijî êrîşan hate protesto kirin.

LORIENT

Li bajarê Lorient ê Fransa komek Kurdistanî ji bo balê bikêşin êrîşên bi ser Efrînê kincên spî li xwe kirin û xwe bi deriyê Walîtiya Lorientê zincîrkirin. Di çalakiyê de êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên bi ser Efrînê hate şermezarkirin û bi sedan belavok hate belavkirin.

Kurdistanî û dostên wan bi walî re hevdîtin pêk anîn û daxwaz kirin ku hikûmeta Fransa roleke çalaktir bi cih bîne.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ , ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Kujer Erdoğan’ hate berzkirin.

Gel li pêşiya walitiyê bêdengiya welatên rojava şermezar kir û heta navenda bajêr meşiyan.

Girseya gel ragihand ku heya politîkayên qirkirin û dagirkeriyê bi dawî nebîn, wê li qadan bin.

 

KOPENHAG

Kurdistaniyên ku li Kopenhagê dijîn a ku paytexta Danîmarkayê ye ji bo Efrînê hatin ba hev. Kurdan li pêşiya konsolosxaneya Rûsyayê hatin ba hev û Tirkiye û Rûsya şermezar kirin.

Girse piştre meşiya pêşiya Konsolosxaneya DYA’yê û li vê derê bêdengiya DYA’yê şermezar kir.