Li Lorîent çalakiya piştevaniyê

Li Lorîent çalakiya piştevaniyê

Li bajarê Lorîent ya Fransayê ji bo piştgiriya berxwedana Parqa Gezî û xwedîderketinê meş pêk hat. Meşa li bajarê Lorîent ji aliyê Komeleya Çanda Elewiyan a Morbîhan ve hat organîzekirin.

Kurd û tirkên li Lorîent dijîn, meş pêk anîn û saet di 11.30’an de ji ber l’Eglise Saint Christophe dest pê kir. Bi sedan kes tevli meşê bûn û bê navber dirûşme berzkirin û berxwedan slavkirin. Her wiha kesên di berxwedanê de jiyana xwe ji dest dan jî navê wan hat xwendin.

Girseya heta ber Place Astride Briand meşiyan, daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hate diayr kirin ku desthilatdariya AKP’ê hemû muxalîfên Tirkiyeyê xistiye bin zextan û hesabê dê gel çawa biçewisîne dike.

Di daxuyaniyê der barê polîtîkayên kîn û nefretê yên AKP’ê a li hemberî Elewiyan jî hat diyar kirn ku ajandeyeke veşarî ya AKP’ê heye.

Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên ‘Bijî biratiya gelan’, ‘Her der Taksîme, her der berxwedane’ hat berzkirin.