Li Londrayê li dijî tecrîdê meşeke girseyî hate lidarxistin

Li Londrayê ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê û rojiya mirinê, meşek hate lidarxistin.

Ji bo piştgiriya grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, li Londrayê meşek hate lidarxistin.

Endamên Yekîtiya Hêza Demokratîk a Brîtanyayê ya ku herî kêm 20 saziyên ji Kurdistan û Tirkiyeyê di nav de cih digirin, li pêşiya Cîvîc Centre ya herêma Wood Greenê hatin ba hev.

Serokê Federasyona Elewiyan a Brîtanyayê Îsrafîl Erbîl diyar kir ku greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dîrokê dinivîse. Erbîl got ku “Grevên birçîbûnê 6 meh li pey xwe hiştin. 30 hevalên me greva xwe ya birçîbûnê veguherandin rojiya mirinê.”

Piştî axaftinan, girseyê dest bi meşê kirin. Di meşê de alayên wêneyên Ocalan û wêneyên berxwedêrên greva birçîbûnê hatin hildan. Di meşê de li ser grevên birçîbûnê bi hezaran belavok hatin belavkirin.

Girseya qelebalik piştre li pêşiya Navenda Civakî ya Kurdan a Harîngehê ji aliyê çalakgerên greva birçîbûnê Nahîde Zengîn û Mehmet Saît Yilmaz hatin pêşwazîkirin ên ku ji 14’ê Adarê û vir ve di greva birçîbûnê de ne.