Li Londra 3 jin hatin rizgar kirin
Li Londra 3 jin hatin rizgar kirin
Li Londra 3 jin hatin rizgar kirin
Li paytextê Îngilîstanê Londra 3 jinên ku 30 salin ji dervey daxwaza xwe li malekê tên ragirtin hatin berdan. Girêdayî boyerê du kes jî hatin binçav kirin.
Polîsên Îngilîz îro 3 jinên ku li başûrê Londra di malekê ji dervey daxaza xwe tên ragirtin berdan. Jinên ku hatin berdan yek jê 69 salî û xelka Malezyayê, yek jî 57 salî xelka Îrlandayê û ya din jî 30 salî Îngilîze. Girêdayî boyerê du kesên ku li malê dijiyan hatin binçav kirin.
Scotland Yard diyar kir ku hersê jinan travmeyekî mezin jiyane û wiha got: “Jin li cihekî bi ewle hatine bi cih kirin.” Cihê van jinan piştî ixbara ku ji govarekî li Îngilîstanê li dijî koletî û zewaca bi zûrê di xwebite şûnde hatiye zanîn.