Li Londonê li ber Serokatiyê çalakî

Çalakiyên Kurdistaniyan yên bi mebesta şermezarkirina qirkirina siyasî ya bi ser HDP’ê de li Londonê berdewam dikin.

Piştî çalakiya sibehî ya li ber televizyona BBC’ê, saet 10.00’an jî bi sedan kesê ku li ber bînahiya Seroktiya Brîtanya hatin cem hev, ber bi konsolosxaneya Tirk ve meşiyan.

Girseya ku li ber bînahiya Seroktiyê ya Londonê civiyayî, li vir piştî mîtîngê ber bi Konsolosxaneya  Tirk a Londonê ve meşiyan. Li gel baranê jî, di dema meşê de gelek rê ji trafîkê re hatin girtin. Dema ku girse gihaşte ber konsolosxaneyê hêrsa girseyê zêde bû. Li gel pêşgiriyên zêde yên polîsên Ingilîz jî girseyê xwe gihande ber deriyê Konsolosxaneyê. Di vê navberê de di navbera girseyê de û polîsan de ku dixwestin bibin asteng xirecirek derket. Di xirecirê de serê polîsekî şikest. Piştre polîs li dijî berxwedanê xwe ranegirt û vekişiyan.

Di çalakiyê de hate gotin ji ber ber polîtîkayên hikûmeta AKP’ê ya taloke û çeteyan berpirsyar wê ew bin.

Meclîsa Gel a Kurd a Brîtanya di daxuyaniyê de diyar kirin ku çalakî wê bênavber bidomin.

...