Li paytexta London a Îngilistanê ciwanên kurd, komkujiya Parîsê prostesto kir. Ciwan li ser banga ciwanên kurd yên Londonê hatin cem hev û qetilkirina Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Soylemez bi meşekê protesto kirin.
Rêxistina Ciwanên Komunîst û Ciwanên Ozgur Ronî bi hev re meşek çalakiyek organîze kirin û duh êvarê li taxa Harrîngay saet di 19.00’an de dest pê kir.
Meş heta Îstasyona Trena Manor House berdewam kir. di meşê de dirûşmeyên li dij dewleta tirk hatin berzkirin. Ciwanan 15 deqîqeyan rê li trafîkê girtin û heta herêma Woodgreen meş berdewam kir.
Polîsên îngilîz jî li ser peyarêyan ligel ciwanan meşiyan. Lê ciwanan meşa xwe berdewam kir. Demekê alozî çêbû û meşê berdewam kir.
Di meşê de dirûşmeyên ‘Tirkiyeya terorîst, Delweta Kujer, Tikriye ji Kurdistanê bicehime, Tolhildan, Şehîd namirin’ hatin qîrîn û her wiha pankarta bi sernivîsa ‘tikriyeya Kujer, Fransaya hevkar’ hat hildan. Ligel vê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin derxistin.
Li qada Woodgeen daxuyaniyek bi îngîlîzî hat dayîn û ji bo kesên jiyana xwe ji dest dan rêz hat girtin.