Li Londrayê ji bo cenazeyê Mehmet Aksoy merasîm pêşwaziyê
Cenazeyê Firat Dag (Mehmet Aksoy) ê di operasyona Pêngava Rizgarkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê bi sedan kesî ve hate pêşwazîkirin.
Cenazeyê Firat Dag (Mehmet Aksoy) ê di operasyona Pêngava Rizgarkirina Reqayê de jiyana xwe ji dest dabû, ji aliyê bi sedan kesî ve hate pêşwazîkirin.
Balafira ku cenazeyê Aksoy li nav îro saet derdorî 17:00’an de gihişte paytexta Îngilîstan Londrayê, li Balafirgeha Heathrowê danî. Di vê navberê de bi sedan Kurdistanî li ser rê cenazeyê Aksoy pêşwazî kirin.
Girsya ku wêneyên Aksoy û wêneyên şervanê YPG’ê yê Ingilîz Jack Holmes ê roja borî jiyana xwe ji dest dabû hildabûn, ambulansa ku cenazeyê Aksoy li nav bi tilîlî û çepikan pêşwazî kirin.
Girseya ku ji bo şehîdên şoreşa cîhan û Kurdistanê deqeyek rêzgirtin û şûnde bi yek dengî sirûda Çerxa Şoreşê qîr kirin.