BI DÎMEN

Li Lînzê qurbaniyên Komkujiya Dersîmê hatin bîranîn

Li Lînzê qurbaniyên Komkujiya Dersîmê hatin bîranîn û berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin.

Li bajarê Awûstûrya Lînzê, ji bo qurbaniyên Komkujiya Dersîmê merasîmek bîranînê hat lidarxistin.

Di merasîma ku Hozan Comert û Delîl Xidir ên ji Dersîmê lê amade bûn de, di şexsê Mehmet Tûnç de ji bo bîranîna hemû cangoriyên berxwedana xwerêveberiyê deqeyek rêz hat girtin. Di bîranînê de, berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin.

Hozan Comert di axaftina xwe ya li vir de qala qurbaniyên Komkujiya Dersîmê û berxwedana hat nîşandan kir û anî ziman, ev lehengî ji stranên wî re bûye çavkaniya îlhamê.

Hozan Delîl Xidir jî ji pirtûka xwe ya helbestan çend berhem xwend.