Li Liegê ji bo qurbanên Seyfo bîrdarî

Li Liegê ji bo qurbanên Seyfo bîrdarî

Ji bo bîranîna qurbanên qirkirina sala 1915'an a li dijî gelên Xiristiyan, li bajarê Belçîka Liegê wê bîrdariya Suryanî Seyfo were çêkirin.

Înstîtuya Suryanî ya Belçîkayê û Seyfo Center daxuyanî dan û diyar kir ku bîrdarî wê li parka Banneux Sanctuarin a li navenda Liegê were danîn. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bîrdarî wê ji aliyê wênevanê navdar ê cîhanê Mousce Malke ve were çêkirin û li ser kevirekî 12 tor giran, wê şiklên kevokan bên çêkirin.

Vekirina peykerê bîrdariyê wê 4'ê Tebaxê saet di 13'an de pêk were. Hêjayî gotinê ye, her sal nêzî milyonek kes diçin serdana parkê.