Li Lîbyayê 3 kes hatin kuştin û 10 birîndar bûne
Li Lîbyayê 3 kes hatin kuştin û 10 birîndar bûne
Li Lîbyayê 3 kes hatin kuştin û 10 birîndar bûne
Li bajarê Bingazî ya Lîbyayê di navber Artêşa Lîbyayê û çekdarên Îslamî yên radîkal pevçûn derket. Hate gotin ku di encama pevçûnan de 3 kes hatin kuştin û derdora 10 kesan birîndar bûne.
Hate ragîhandin ku hêzên Artêşa Lîbyayê ya nû li dijî komên çekdar ên radîkal ku piştî şoreşa li dijî Serokê berê Miemer Qezafî li welat pir bûn û îsyan dikin operesyon dane destpêkirin. Hate gotin ku komên îslamî yên li gelek deverên welat belavbûne û êdî li dijî artêşa nû ya Lîbyayê derdikevin. Hate hînbûn ku duh li bajarê Bingazî di navber komên radîkal û artêşa Lîbyayê de pevçûn derketin û di encama mê de 3 kes hatin kuştin û 10 kes birîndar bûne.
Rayedarên Lîbyayê destnîşan kirin ku komên çekdar ên radîkal ku di dema şoreşê de wekî şorrşgeran dihatin binavkirin niha qebûl nakin ku çekên xwe dînin û li gorî biryara hikûmeta nû ya Lîbyayê tevnagerin.