Li Libnanê rojbûna Ocalan hate pîrozkirin

Li Libnanê rojbûna Ocalan hate pîrozkirin

 Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarên Bîqa, Trablus û Beyrûdê yên Libnanê bi şahiyên ku bi sedan kes tevlî bûn, hat pîrozkirin.

Gelê Kurd yê li Libnanê dijî bi şahiyan rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. Di şahiyên li bajarên  Bîqa, Tirablus û paytext Beyrûdê pêk hatin û bi sedan kes beşdar bûn de nûnerên TEV-DEM, Yekîtiya Star û sedan kes amade bûn.

Di pîrozbahiyan de nameya Rêberê Gelê Kurd a di Newroza Amedê de hatibû xwendin, hate xwendin. Di axaftinên ku di li ser navê TEV-DEM’ê hatin kirin de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Ocalan wekî rojbûna gelê Kurd hate nirxandin û wiha hate gotin: ”Îro Rêberê me pêvajoyek aştiyê daye despêkirin. Em jî heta dawî li pey felsefe û siyaseta Rêberê gelê xwe ne.”

Piştî axavtinan di nava tilîlî û dirûşmeyên, ”Bijî Serok Apo” de pasteya rojbûnê hate belavkirin. Di şahiyan de komên herêmî jî derketin ser dikê û bi stranên xwe gel coşand.

BEYRÛD

Pîrozbahiya li Beyrûdê li herêma Damurê bi beşdarbûna sedan Kurd û dostên wan hate lidarxistin. Di şahiya ku bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 4 Nîsanê hate xwendin. Di pîrozbahiyê de peyamên TEV-DEM, Yekîtiya Star û Yekîtiya Xwendekarên Kurd jî hatin xwendin. Koma Welatê Rojê jî bi stranên xwe gel coşand.  Di pîrozbahiyê de pasteya ku li ser ”Rojbûna te rojbûna me ye” hatibû nivisandin ji aliyê zarokan ve hate belavkirin.

Pîrozbahî bi govend û bi dirûşimên “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.