Li Libnanê 15 Sibatê ji aliyê hezaran ve hate şermezarkirin
Li Libnanê 15 Sibatê ji aliyê hezaran ve hate şermezarkirin
Li Libnanê 15 Sibatê ji aliyê hezaran ve hate şermezarkirin
Li paytexta Libnanê Beyrût bi hezaran Kurdistanî, bi armanca şermezarkirina komploya navnetwî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.
Li paytexta Libnanê Beyrût bi hezaran kurdistanî li ser bangawaziya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji bo şermezarkirina komploya 15'ê Sibatê ku kete sala xwe ya 15’an de meşiyan. Hêjayê gotinê ye ku piştî demek dirêj e ku meşek ewqas mezin li Beyrûdê tê lidarxistin.
Meş ji bin pira Kola dest pê kir û li ber navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Beyrûtê kom bûn. Komîteya Amedekar şandeyek li ser navê meşvana bi armanca giyandina dengê kurdistaniyên li Libnanê ji bo rêxistinên navnetewî û saziyên mafê mirovan, şandin navenda NY’yê û xwestin ku ji bo hevdîtinekê bi rayedarê navendê re bikin. Şandeyê mijarên tecrîda li ser Ocalan û ji NY’yê hat xwestin ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya Ocalan zextan li Tirkiyeyê bike.
Meşvan êrîşên li ser Eşrefiyê û qetilkirna 3 siyasetmedarên kurd li Parîsê şermezar kirin. Di dawiya meşê de peyama PYD'ê, Yekîtiya Star û yekîtiya xwendevanên kurd li Libnanê hatin xwendin