Li Leverkûsenê Kongreya Dergaha Elewiyan hate lidarxistin
Li bajarê Leverkûsen ê Elmanyayê Navenda Çandê ya Elewiyan a girêdayî FEDA’yê bi beşdarbûna 50 delegeyan kongreya xwe li dar xist.
Li bajarê Leverkûsen ê Elmanyayê Navenda Çandê ya Elewiyan a girêdayî FEDA’yê bi beşdarbûna 50 delegeyan kongreya xwe li dar xist.
Li bajarê Leverkûsen ê Elmanyayê Navenda Çandê ya Elewiyan a girêdayî FEDA’yê bi beşdarbûna 50 delegeyan kongreya xwe li dar xist. Kongreya Dergaha Elewiyên, li Leverkûsenê di kesayeta Rêveberê FEDA Haşim Kûtlû yê ku bi qirîza dil jiyana xwe ji dest dabû û tevahî şehîdên Elewiyan de bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir.
Kongre bi xwendina Gulbanê destpê kir. Axaftina vekirinê Pîr Mûstefa Deprem kir. Deprem êrîşên hikûmeta AKP’ê ya li dijî Elewiyan nirxand, li beramberî êrîşan banga yekîtiyê li tevahî Elewiyan kir.
Piştî hilbijartina dîwanê rapora salekê hate xwendin. Rapor, piştî guftigoyan hate qebûlkirin. Piştî nirxandinên têkildarî xwerêxistinkirinê, rêveberiyek ji 7 kesan û 3 kes jî yedek hatin hilbijartin. Navê rêveberan wiha ne: “Rûken Çatlgoz, Halîl Kûrtal, Halîl Kisikyol, Dûran Ercosman, Fatma Halîgur,Şixo Înanma, Bese Nesanir, Bektaş Çelîkkiran, Guney Silan, Bese Tayfûn û Fatma Şenpinar.” Her wiha 3 kes jî ji bo desteya çavdêriyê hatin hilbijartin.