Li Lavrîoyê çalakiya ji bo piştgiriya bi greva birçîbûnê re

Li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê, ji bo piştgiriya bi greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiyeyê çalakiyek hate lidarxistin.

Li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê, li kampa ku penaberên Kurd lê ne, ji bo xwedîderketina li greva birçîbûnê ya li girtîgehên Tirkiyeyê ku ji bo bidawîkirina tecrîdê di 27'ê Mijdarê de dest pê kir, çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger pêk hat û penaberên li kampê derketin şaneşînên avahiyên lê ne û piştgirî dan çalakiyê.

Ciwanan jî li şaneşînên ku bi alên PKK û KCK'ê xemilandin, dirûşma "Bijî Serok Apo" qîriyan.

Hate ragihandin ku heta greva birçîbûnê dewam bike wê êvara her Şemiyê saet 20:00 û her roja Sêşemê saet di 13:00 de çalakiya piştgiriyê bê lidarxistin.