Li Laheyê dê bîrdariya Helepçeyê bê danîn

Li Laheyê dê bîrdariya Helepçeyê bê danîn

Dê li bajarê Lahey yê Hollandayê Bîrdariya Helepçeyê danin. Serlêdanên ku danîna Bîrdariyê ji aliyê Şaredariyê ve hate pejirandin.

Duh Şaredariya Laheyê ji bo mijarê binirxîne di demjimêr 13.30’an de civiya. Civîna ku ji aliyê komîsyona girêdayî Şaredariyê pêkhat, Şaredar û rayedarên Komîteya Bîrdariya Helepçe yên serlêdan kiribûn tevlîbûn.

Komîsyonê da diyarkirin ku, ew rêzê didin 10 hezaran zêdetir Kurdistaniyên ku li bajarê Laheyê jiyan dikin û ji bo bîrdariyê serlêdan pejirand. Komîsyonê destnîşankir ku, ew dê ji bo bîrdariyê cih diyar bikin. Bîrdarî çav lê ye sala bê di salvegera komkujiyê de li kolana Johan de Wittlaan bê danîn.

Komîteya Bîranîna Helepçeyê di 23’ê Tîrmeha sala 2012’an înîsiyatîfa gel pêxist û ji bo bîrdarî li bajar bê danîn serî li şaredariyê dabû. Înîsiyatîfê di serî de ji Kurdên li bajar dijîn, rêxistinên siyasî û civakî îmze komkiribûn. Înîsiyatîfa ku ji Partiya Sosyalîst (SP) ya Hollandayê piştevaniyek baş girti, di encam xebata komkirina îmzeyan ya 6 mehan, îmze pêşkêşî şaredariyê kirin.

Hinek xebatkarên di şaredariyê de di serî de Tirk û hinek qismên din li dijî bîrdariyê derketin. Lê belê ev hewildana wan li beramberî xebata zêde ya înîsiyatîfê vala derket.