Li Kurdistanê cihekî taybet yê Ocalan heye

Li Kurdistanê cihekî taybet yê Ocalan heye

Ji heyeta Norweçê ku li her sê parçeyên Kurdistanê Qendîl jî di nav de geriyan, nivîskar û parlamenterê berê Erlîng Folkvord wiha got: “Min ji gera xwe ya Kurdistanê fêm kir ku, li bajarên Kurdistanê, li çiyayên Kurdistanê cih û pozîsyona Ocalan pir taybete.

Heyta Norweçê ya ku ji rojnameger û siyasetmedaran pêk dihat û li Kurdistanê gelek hevdîtin û lêkolîn kir, vegeriyan  Norweçê.  Heyeta ku li Bakûr, Başûr û Rojavayên Kurdistanê ziyaret pêk anîn, çûn Qendîlê. Heyetê çavdêriyên xwe yên li Kurdistanê li Komeleya Çanda Kurd a Osloyê bi semînerekê vegotin. Li ser navê heyetê nivîskar û parlamenterê berê yê Partiya Sor a Norweşê Erlîng Fokvord çavdêriyên xwe vegot.

Fokvord çavdêriyên xwe  ji Amedê da destpêkirin û wiha got: “Dema em ji Osloyê çûn Amedê çi pirsgirêk çênebûn.  Dema em nû gihiştin Amedê, tişta ku bala min kişand tabelayên pir çandî, pirzimanî bûn.  Tabelayên kurdî, erebî, îngîlîzî û ermenî hebûn. Me di gera xwe ya Amedê de dît ku Amed ji bo çandên xwe çiqas bi toleras û rêzdare. Dêrên Dîrokî pir baş xuya dikirin, hatibûn restorekirin.

CEZAYÊN LI BAYDEMÎR HATIBÛN BIRÎN, QERFÎNE

Folkvord balkişand ser cezayên li Şaredarê Bajarê Mezin Osman Baydemîr hatiye birîn û got: “Me zanî ku ji 200 salî zêdetir cezayê Osman Baydemîr heye.” Li ser vê gotinê hemû kesên di semînerê de bûn keniyan.

Folkvord wêneyên ku li Amedê kişandibû, bi projektorê nîşanda û her wiha balkişand ser gelek mijaran.  Folkvord da zanîn ku, ligel ku 10 hezar nûner û endamên BDP’ê girtîne jî, biryar û serkeftina wan mirovan matmayî dihêle.

Folkvord her wiha hinek beşên ji banga ku di Newroza dîrokî a Amedê de hate xwendin jî, girt û  got: “gelê Amedê bi Erdogan ne bawere, lê pêşiya aştiyê jî nagirin.  Banga Ocalan hem li Amedê, hem li Başûr û Rojavayê Kurdistanê û hem jî li qada gerîla cihekî girîng digire. Li hemberî Erdogan di nava gerîlayan de bê baweriyek heye. Hem gel û hem jî gerîla bi hezkirineke mezin girêdayî Ocalanin.

RÊXISTINEKE MEZIN YA GEL Û YPG’Ê HEYE

Folkvord çavdêriyên xwe yên Başûrê Kurdistan yê Mexmurê ve jî vegot û derbarê Rojava de jî wiha got: “Em ji başûr derbasî Rojava bûn.  Ligelek cihan nokteyên kontrolê yên Asayîşa YPG’ê hebûn. Gelek rojnameger hebûn.  Gelên cuda, zimanên cuda hebûn. Jiyan normal bû. Dukan vekirîbûn. Lê ev rewş li Qamişlo cuda bû.  hem bê deng û hem jî tevger hebû. Gel jiyana xwe ya rojane didomand lê balefirên rejîmê gelek cihên cuda yên bajar bombebaran dikir. Li beramberî vê rêxistinek pir mezin ya YPG’ê heye. saziyên nû dihatin avakirin, nexweşxane dihatin vekirin.

LI ÇIYAN Û BAJARAN CIH Û POZÎSYONA OCALAN CUDAYE

Li aliyê din li Rojava tengasiya av û xurekê hebû. Divê hemû kurdên parçeyên din alîkarî bişînin ji Rojava re. Me di tura Kurdistanê de fêm kir ku, li bajarên Kurdistanê û çiyayên Kurdistanê cih û pozîsyona Ocalan gelek taybete.”