Li Kurdistanê 57 jin hatin qetilkirin
Li Kurdistanê 57 jin hatin qetilkirin
Li Kurdistanê 57 jin hatin qetilkirin
ÎHD’ê rapora xwe ya 10 mehan a sala 2014’an ya der barê şîdet û qetilkirina jinan de aşkera kir. Li gorî vê raporê li Kurdistanê 57 jin hatin qetilkirin.
Endamên Komîsyona Şaxa Jinan a ÎHD’a Amedê rapora ku amade kiribûn li Salona Civînê ya Wedat Aydin ji raya giştî re aşkera kirin. Endamên Komîsyona Jinan û Lijneya Rêveberiyê parêzer Hatîce Demîr, Gulîtan Yalçindag Gençel, parêzer Gamze Yalçin, Yildiz Koç û sekreterê şaxê Abdulselam Încegören tevlî bûn.
Parêzer Hatîce Demîr beriya daneyên raporê bixwîne metna çapemeniyê xwend û got; “Li gorî peymana Stenbolê şîdeta jinê dixwaze ji qada cemawerî dixwaze ji qada taybet bê, tê wateya kêfî ya ji bo azadiyê bêpar hiştinê. Şîdeta li dijî jinê binpêkirina maf e. Li her derê cîhanê jin ji ber ku jinin rastÎ şîdeta fizîkî û zayendî tên.
HIKÛMET TEVLÎ HER TIŞTÎ DIBE
Demîr da zanîn ku li Tirkiyeyê desthilatdariya siyasî li ser bedena jinê kontrol girtiye destê xwe û got: “Rayedarên hikûmetê biryarê didin ku jin çend zarokan bînin, dema ducanî bin derkevin derve yan na û kurtaj bibin an na, çawa cil û bergan li xwe bikin biryara wê didin.
TEDBÎRÊN HIQÛQÊ JINÊ NAPARÊZE
Demîr anî ziman ku Kanûna hejmar 6284 a der barê şîdeta li hemberî jinê hatiye derxistin, bi pêkanînên xwe yên ne bi bandor jinên mexdûr naparêze û tedbîrên hiqûqî jinê têr naparêze û her roj hejmara jinên ku tên kuştin zêde dibin.
DAXWAZ
Demîr bi lêv kir ku ew wek jinên ÎHD’ê ji bo pêşî li şîdeta li hemberî jinê bigirin, ev daxwaz rêzkirin:
Ji bo şîdeta li ser jinê bi dawî be divê li gorî pêşniyarên rêxistinên mafê mirovan û saziyên jinan sererastkirinên qanûnî bên kirin. Ji bo polîtîka bikevin jiyanê divê hemû saziyên sivîl û jinan bikevin hevkariyê.
Ji bo jin ji şîdetê bên parastin divê tedbîrên qanûnî bên girtin.
Divê dawî li pêkanînên mobîbngê bên dayîn û ji aliyê mekanîzmayên qanûnî di dozên mobbîngê de lêpirsîna bi bandor bê meşandin.
Di dozê taciz, tecawiz û komkujiyê de divê dest ji daxistina tehrîkê bê berdan û jin esas bê girtin.
Li hemû qadên ku çete êrîş dikin û jin di bin şîdetê de divê di serî NY û hemû saziyên navneteweyî û welat biryarek hevpar bidin.
Endama Komîsyona Jinan Gulîstan Yalçindag Gençel bîlançlya raporê aşkera kir. Gençel diyar kir ku di nava 10 mehan de 57 jin hatin qetilkirin, 27 jin rastî şîdetê hatine 7 jin rastî tecawizê û 8 jin rastî tacizê hatine.
BÎLANÇOYA 10 MEHAN
Jinên rastî şîdeta hêzên ewlehiyê hatine: Yek mir, 10 birîndar- şîdet, yek tecawiz
Jinên rastî şîdeta nava malbatê hatine: 10 mirî, 5 birîndar-şîdet
Jinên di qada civakî de rastî şîdetê hatin: 9 mirî, 8 birîndar-şîdet, 6 tecawiz, 8 taciz
Jinên întîxar kirine: 25 întîxar, 4 teşebus
Mirinên jinan ên biguman: 8 mirî
Cînayetên namûsê:4 mirî