Li Kurdistanê 46 hezar cerdevan hene
Li Kurdistanê 46 hezar cerdevan hene
Li Kurdistanê 46 hezar cerdevan hene
Hat ragihandin hejmara cerdevanên li Kurdistanê, ku yek ji mijarên girîng ên nîqaşên di pêvjoya çareseriyê de ye, 46 hezar derbas kiriye.
Wezîrê Karên Hundur Mûammer Guler da xuyakirin ku li gorî dem heta 1'ê Sibata sala 2013'an hejmara cerdevanan 46 hezar û 195 e. Guler di bersiva xwe ya ji bo pêşniyarpirsa Parlamenterê CHP'ê Velî Agbaba de ragihand ku cerdevan mehan 849 TL pere distîne û anî ziman ku ji vî mehanî ti bac nayê stendin û cerdevan di çarçoveya Sîgorta Tenduristiyê ya Giştî de cih digirin.