Li Krasnadarê starta 8’ê Adarê hate dayin
Li Komara Xweser a Adigeyê û Platînovkeyê jinan dest bi çalakiyên 8’ê Adarê kirin.
Li Komara Xweser a Adigeyê û Platînovkeyê jinan dest bi çalakiyên 8’ê Adarê kirin.
Li Komara Xweser a Adigeyê ya girêdayî Krasnadar a Federasyona Rûsyayê û li Platînovkeyê jinên Kurd dest bi çalakiyên 8’ê Adarê kirin.
Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê ku li Komara Xweser a Adigeyê xebatên xwe dikin û Organîzasyona Jin a Kurd a Adigeyê-Berîtan bi daxuyaniyeke hevpar bernameya 8’ê Adarê Roja Kedkarên Jin ên Dinyayê hişkere kirin.
Gelek jin bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alayên PAJK, PKK’ê di bernameyê de hazir bûn. Hevseroka Otonomiya Çanda Kurd a Adigeyê Sînem Broeva got, ‘’ Jinên Kurd li her deverê divê li 8’ê Adarê xwedî derbikevin. Her wiha Seroka Organîzyona Jin a Kurd a Adigeyê Xatun Mamedova jî got: ‘’8’ê Adarê ji bo jinan rojeke girîng e, hemû jinên Kurd vê rojê divê ji bo azadiya Rêber Apo li qadan bin.
Jinên Kurd dikarin tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bişikînin ku wî hînî jinên Kurd kir ku çawa dikarin bibin xwedî îrade û ji bo xwe têbikoşin. Ji bo vê jî jin divê li hemû qadan li Rêbertî xwedî derbikevin. Em vê 8’ê Adarê weke xwedîderkrina li Rêbertiya xwe û ji bo azadiya Rêberê xwe weke sedema têkoşîna xurt dibînin. Ji bo vê jî divê hemû jin bi xurtî tevlî vê têkoşînê bibin.
Jinên ku li Platînvkeyê jî hatin cem hev têkildarî 8’ê Adarê daxuyniyeke çapemeniyê dan û gotin jinên Kurd li Rojhilata Navîn pêşengiya şoreşê dikin.