Li Kopenhagê ji bo Ocalan çalakiya kon hat lidarxistin

Li Kopenhagê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya kon hat lidarxistin.

Li paytexta Danîmarka Kopenhagê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya kon hat destpêkirin. Aktiviteya ku ji aliyê Meclîsa Civaka Demokratîk a Kurd ve bi dirûşmeya 'Em banga xwedî derketina li azadî û Rêbertiya xwe dikin' hatî organîzekirin bi  sedan welatiyên Dimarkayê serdana kon kirin.

Li kon belavokên têkildarî rewşa dawî ya Ocalan û Kurdistanê hat belavkirin.

Çalakiya kon wê 4 hefteyên li pêşiya me her roja Înê di seat 12:00-18:00an de li herêma Gammeltorv were lidarxistin.

Sibê li paytexta Danimarka Kopenhagê ji bo azadiya Ocalan mîtîng tê lidarxistin. Mîtînga li Gammeltorvê di seat 13:00'an de destpê dike.