Li Konyayê meşa 9’ê Cotmehê polîsan asteng kir

Li Konyayê meşa 9’ê Cotmehê polîsan asteng kir

Li Konyayê polîsan meşa protesto kirina komploya navnetewî a 9’ê Cotmehê astengkirin. Polîsên ku 13 kes binçavkirin, dorpêçkirina tax didome.

Bi armanca protestokirina salvgera komploya navnetewî 9’ê Cotmeha 1998’an ku bu sedem ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derbikeve, komekê xwest li Taxa Saraçoglû meşek bimeşale lidarxînin.

Ji ber meşa ku komê xwest pêkbîne, polîsan tax dorpêçkir û 13 kes binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin û birin Qereqola Saraçoglû, piştre serbest berdan.

Dorpêça polîsan a li taxê didome.